Dinya, Spor

Peleyê gogvanê bi nav û deng ji nexweşxaneyê derket

Fatih Erel  | 01.10.2021 - Rojanekırın : 01.10.2021
Peleyê gogvanê bi nav û deng ji nexweşxaneyê derket

Istanbul

 Peleyê gogbazê bi nav û deng ê ji Brezîlyayê yê 80 salî bi şika ura kolonê hatibû emeliyatkirin û îro hat ji nexweşxaneyê derket.

Pele li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got: "Ji ber ku hatim malê gelekî kêfxweş im. Ji we hemûyên parçeyekî jiyana min ra sipas dikim."

Li kolona çepê ya Pele lezyonek hatibû tesbîtkirin û li ser şikê Pele li Nexweşxaneya Albert Eînsteînê ya li Sao Pauloya bajarê Brezîlyayê hatibû emeliyatkirin.

Peleyê di nav kesên herî serkeftî yên gogbaziyê da cî digre 3 caran Kupaya Dinyayê ya FÎFAyê (1958, 1962, 1970) qezenc kir û bi vê taybetiya xwe va li dinyayê gogbazê ewil û tenê ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın