Hemin Hüseyin
11 Nîsan 2017•Rojanekirin: 12 Nîsan 2017
HEWLÊR
Civîna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Polîtburoya Yekîtiyê bi beşdariya Serokê Giştî yê PDKê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dest pê kir.
Li gor agahiyan di civînê de wê guftûgoya kombûnên digel aliyên siyasî û encamên wan civînan were kirin.
Di 2ê Nîsanê de PDK û YNKyê biryar dabûn ku heyeteke hevbeş ji bo xebatên referandûmê were amadekirin û digel Yekgirtû, Komel, Bizotnewe, Komunîst, Sosyalîs, Zehmetkêşan û 11 partiyên Tirkmen hevdîtinan bikin.
Herwiha ev heyet digel serkonsolosên welatan û nûnerên dewletan jî civiyan.