Dinya

PDK dê bi şert beşdarî hikûmeta nû ya Bexdayê bibe

Haydar Karaalp  | 23.06.2022 - Rojanekırın : 25.06.2022
PDK dê bi şert beşdarî hikûmeta nû ya Bexdayê bibe

Baghdad

Parlamenterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Iraqê Şerif Suleyman ragihand ku ew ê bi şertê "Heger li dijî mafên HKIyê êrîş neyê kirin û di çareserkirina pirsgirêkan da destûr were cîbicîkirin" beşdarî hikûmetê bibin.

Suleyman piştî ku parlamenterên nû şûna wekîlên Bloqa Sedr sond xwarin, der heqê senaryoya avakirina hikûmeta nû da daxuyanî da peyamnêrê AAyê.

Suleyman destnîşan kir, wan wekî PDKyê digel Çarçoveya Kordînasyona Şîeyan dest bi hevdîtinan kir ku tê pêşbînîkirin dê serkêşiya avakirina hikûmetê bike. Suleyman got ku ji bo beşdariya hikûmetê hin şertên wan hene û wiha dewam kir:

"Ji bo beşdariya hikûmetê, şertê me ew e ku li dijî mafên HKIyê êrîş neyê kirin û di çareserkirina pirsgirêkan da destûr were cîbicîkirin. Her wisa hebûna meşrû û destûrî ya herêma Kurdistanê li ber çavan were girtin."

Silêman ser îhtimala alîgirên Sadr ên dibe ku derkevin kuçe û kolanan û rewşa siyasî protesto bikin jî sekinî û wiha got: "Em hêvî dikin gel dernekeve kuçeyan. Di çareseriya pirsgirêkan da divê girêdayî qanûna bingehîn bin û berjewendiyên gelê Iraqê û xalên hevpar bên rojevê."

Serokê PDKyê Mesûd Barzanî jî ji bo beşdariya hikûmata nû sê şert eşkere kiribûn wan wek "Mîzana di navbera Bexda û Hewlêrê, tewafûq û şirîkatî" rêz kiribû.

Meclisa Iraqê divê ewil serokomarê xwe hilbijêre. Serokomarê nû jî wê wezîfeya avakirina hikûmata nû wê bide koma herî mezin a Meclisê.

Parlamenterên şûna parlamenterên Sadr ên îstifa kirin sond xwarin û dest bi wezîfeyê kirin.

Hejmara parlamenterên Koalîsyona Dewleta Qanûnê ya ku serkêşê wê serokwezîrê berê Nûrî El Malikî ye, Koalîsyona Fethê ya girêdayî Hadî Amirî ye û Çarçoveya Kordînasyonê ya ku girêdayî Heşdî Şebî û komên Îran piştgiriyê dide wan wê zêde be.

Tê texmînkirin Çarçoveya Kordînasyonê wê bibe koma herî mezin a Meclisê û pêşengiya avakirina hikûmatê bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın