Nihat Kavşut
08 Gulan 2018•Rojanekirin: 08 Gulan 2018
ERÎVAN
Li Ermenistanê Nîkol Paşînyanê pêşengê tevgera mixalif li parlamentoyê di dengdayîna tûra duyemîn da wek serokwezîr hat hilbijartin.
Li parlamentoyê di dengdayîna tûra duyemîn da Paşînyanê Parlamenterê Koma Yelkê ku namzedê tekane bû raya 59 parlamanterî hilda û 42 parlamanterî jî dijî Paşînyan ray dan.
Tê texmînkirin ku Paşînyan hikûmetê ava bike û hilbijartina pêşwext bê kirin.
Li Ermenistanê mixalif bi hinceta welêt baş nayê îdarekirin û zirarê dide aboriyê piştî ku Serj Sarkisyanê serokomarê berê wek serokwezîr hat hilbijartin dest bi çalakiyên protestoyê kiribûn.
Sarkisyan ji ber çalakiyên di serkêşiya Paşînyanê endamê koalîsyona hêzên siyasî yên lîberal da 23yê Nîsanê îstifa kiribû.
Hefteya borî li parlamentoyê Paşînyan bi destê partiyên mixalefetê ji bona namzediya serokwezîriyê hatibû eşkerekirin û ji ber ku partiya îqtidarê namzed dernexist Paşînyan bûbû namzedê tekane. Di dengdayînê da ji ber ku Paşînyan rayên hewce dikirin wernegirt nehatibû hilbijartin.
Piştî ku li ser banga Paşînyan li welêt çalakî hatin kirin Partiya Komarê ya Ermenistanê biryar dabû ku wê di tûra duyemîn da piştgiriyê bidin Paşînyan.
Li Ermenistanê bi guherandina destûra bingehîn rayeyên serokwezîr hatibûn berfirehkirin.