Dinya

Pasdarên Şoreşa Îranê: Li herêmên naverast ên welêt balafireke cengê ya F-35 a DYAyê hat xistin

Ahmet Dursun  | 03.04.2026 - Rojanekırın : 03.04.2026
Pasdarên Şoreşa Îranê: Li herêmên naverast ên welêt balafireke cengê ya F-35 a DYAyê hat xistin

Ankara

Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê îdia kir ku, li herêmên naverast ên welêt, bi pergalên parastina asîmanî balafireke cengê ya F-35 a DYAyê hat xistin.

Di daxuyaniya Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê da wiha hat gotin:

"Balafireke cengê ya F-35 a pêşketî ya DYAyê li qada asîmanî ya navendî ya Îranê ji aliyê pergala parastina asîmanî ya pêşketî ya Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê va hate têkbirin."

Di daxuyaniyê da hat îdiakirin ku di nava 12 saetan da balafira duyemîn a cengê hatiye xistin û tê gotin ku ji ber hilweşîna tevahî ya balafirê, agahî li ser çarenûsa pîlot hê ne diyar e.

Dîmenên ku tê îdiakirin ya balafira hatiye xistin in, di medyaya welêt da hatin parvekirin.

Hat ragihandin ku balafira hatiye xistin aîdî fîloya li Baregeha Asîmanî ya Lakenheathê ye ku li Îngiltereyê mazûvaniya Hêzên Asîmanî yên DYAyê jî dike.

- Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê: Me li başûrê Girava Keşmê balafireke şer a pêşketî xist 

Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê ragihand ku li başûrê Girava Keşmê ya li Kendava Basrayê ya dikeve başûrê welêt balafireke şer a pêşketî xist.

Li gor daxuyaniya Artêşa Mihafizên Şoreşê ya di çapemeniya herêmî da cî girt pergalên parastina asîmanî li başûrê Girava Keşmê ya li Kendava Basrayê midaxeleyî "balafireke şer a pêşketî ya Amerîka û Îsraîlê" kir.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin balafira hat lêxistin ket Kendava Basrayê û bêtir hûrgilî nehatin dayîn.

Ji hêla din va Televîzyona Dewletê ya Îranê dîmenên dema lêxistina balafira şer weşand.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın