Dinya

Pasdarên Şoreşa Îranê: Stratejiya girtîmayina Tengava Hurmuzê dê berdewam be

Tolga Akbaba  | 12.03.2026 - Rojanekırın : 12.03.2026
Pasdarên Şoreşa Îranê: Stratejiya girtîmayina Tengava Hurmuzê dê berdewam be

İran

Fermandarê Hêzên Deryayî yê Pasdarên Şoreşa Îranê Deryadar Elî Riza Tengsîrî ragihand ku li ser fermana Rêberê Dînî yê Îranê yê nû Mucteba Xamineyî, stratejiya girtîmayina Tengava Hurmuzê dê berdewam be.

Tengsîrî li ser hesabê xwe yê Xa platforma Amer3ikî derbarê derbasîna leştiyan da daxuyanî da.

Tengsîrî diyar kir ku ew ê "li dijî dijmin lêdana derbeyan bidomînin" û li gorî fermana Rêberê Dînî yê Îranê yê nû Mucteba Xamineyî, "stratejiya girtina Tengava Hurmuzê" dê berdewam be.

Mucteba Huseynî Xamineyî yê ku piştî kuştina bavê wî di êrîşa DYA-Îsraîlê da ji aliyê Meclîsa Pisporan va weke rêberê nû hatibû hilbijartin, di yekemîn peyama xwe ya rêbertiyê da ragihandibû ku pêdivê Tengava Hurmuzê girtî bimîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.