Dinya

Parlementoya Nûneran a Amerîkayê Qanûna Îstiqrarê ya Lîbyayê qebûl kir

Ji bo ku pêşnûma bibe qanûn divê li Senatoyê jî bê qebûlkirin û Serokê Amerîkayê îmze bike

Elif Irmak  | 19.11.2020 - Rojanekırın : 19.11.2020
Parlementoya Nûneran a Amerîkayê Qanûna Îstiqrarê ya Lîbyayê qebûl kir

Washington DC

Meclisa Nûneran a Amerîkayê pêşnûmaya qanûnê ya armanca wê li Lîbyayê pêkanîna îstiqrarê ye û di rewşa xirabûna agirbestê da pêş dibîne ku dijî hêmanên biyanî yên li welêt ên ku midaxeleyî şer dikin mueyide bên tetbîqkirin qebûl kir.

Di pêşnûmaya ku bi dengdayîna devkî ya li Meclisa Nûneran a Amerîkayê hat qebûlkirin da îmzeya Demokrat Ted Deutchê Serokê Komîteya Jêr a Rojhilata Navîn a Meclisê û Komarparêz Joe Wîlson heye.

Deutch der barê pêşnûmayê da di Lijneya Giştî da axaftinek kir û nirxandina "Hevdîtinên herî dawîn ên bi serkêşiya NYyê da ji bo ku hilbijartinên serbixwe û adil bên kirin encameke erênî da lêbelê hê li pêşiya me gelekî rê heye."

Parlementerê demokrat da zanîn ji bo ku li Lîbyayê îstiqrar bê pêkanîn û berdewamkirin divê hemû hevparên eleqedar çi dikeve ser milên wan bikin û got ku "Girîngiya vekişîna çek, hêzên biyanî û eskerên peretî yên li Lîbyayê eşkere ye, divê em ji bîr nekin ku hewldanên dîplomatîk ên berê çawa bi ser neketin."

Pêşnûma pêş dibîne ku dikarin dijî hêmanên biyanî yên ku li Lîbyayê piştgiriyê dide aktorekî siyasî û kes û saziyên hewl didin ku çavkaniyên neftê yên welêt ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin mueyide bên tetbîqkirin.

Her wiha pêşnûma mecbûrî dike ku Wezareta Karên Derva der barê "Rewşa dawîn a Lîbyayê û hêmanên biyanî" da raporek pêşkêşî Kongreyê bike û ji bo xurtkirina civaka sivîl a li Lîbyayê di sala darayî ya 2021ê da alîkariya 23 milyon dolarî pêş dibîne.

Ji bo ku pêşnûma bibe qanûn divê li Senatoyê jî bê qebûlkirin û Serokê Amerîkayê wê îmze bike.

Di Foruma Diyaloga Siyasî ya Lîbyayê ya lu bi serkêşiya Neteweyên Yekbûyî (NY) li paytextê Tûnisê hat lidarxistin da li hev kiribûn ku hilbijartinên li Lîbyayê di 24ê kanûna pêşîn a 2021ê ku roja serxwebûna Lîbyayê ye bê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın