Fatih Gazioğlu
06 Îlon 2017•Rojanekirin: 06 Îlon 2017
LAHEY
Parlamantoya Hollandayê peşniyara Partiya Denkê ya ku ji aliyê tirkan va hatiye avakirin a ku der barê rewşa Misilmanên Arakanê (Rohîngya) pêşkêşî meclisê kiribû, red kir. Pêşniyar bi hinceta ku 'ne girîng e' hat redkirin.
- 'Ev red şermeke giran e'
Serokê Partiya Denkê Tunahan Kuzu daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ev biryar durûtî ye. Kuzu wiha got:
"Cihê axaftina der barê Misilmanên Arakanê da parlamento ye. Redkirina peşniyara me şermeke giran e. Em dibêjin hikûmeta Hollandayê lazim e li Misilmanên Arakanê xwedî derkeve û wan wek penaber qebûl bike û vê jî ji dewletên Ewropayê yên din re jî teklîf bike. Daxwazeke me ya din jî ew e ku hikûmeta Hollandayê têkîliyên xwe yên tîcarî ku di sala 2015an de bi Myanmarê re dabû destpêkirin bide sekinandin."
Kuzu bangî Neteweyên Yekbûyî (NY) jî kir û got ku divê NY bi lez midaxeleyî vê zilmê bike.