Dinya

Parlamentoya Cezayirê pêşnûmaya qanûnê ya ku mêtîngeriya Fransayê wek sûc dihesibîne bi yekdengî qebûl kir

Bi qanûnê ra tê payîn ku Fransa ji ber sûcên ku di heyama mêtîngeriyê ya di salên 1830-1962yan da dijî Cezayiriyan kiriye, berpirsyar bê qebûlkirin

Hassen Djebril, Çağrı Koşak  | 24.12.2025 - Rojanekırın : 25.12.2025
Parlamentoya Cezayirê pêşnûmaya qanûnê ya ku mêtîngeriya Fransayê wek sûc dihesibîne bi yekdengî qebûl kir

Algeria

Hat diyarkirin ku Meclisa Cezayîrê pêşnûmaya qanûnê ya ji bo ku heyama mêtîngeriyê ya Fransayê ya di navbera salên 1830-1962yan da sûc bê qebûlkirin bi yekdengî qebûl kir.

Li gor nûçeya di televîzyona dewletê ya Cezayîrê da hat weşandin dengdayîn bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Îbrahîm Bugalî da ji gel ra vekirî hat kirin.

Hat ragihandin ku di dengdayînê da pêşnûmaya qanûnê bi "yekdengî" hat qebûlkirin û piştî dengdayînê parlamenteran alaya Cezayîrê hejandin û dirûşmeyên "Bi aramî razê şehîd, têkoşîn berdewam e" berz kirin.

Qanûneke ku parlamentoya Cezayîrê mêtîngeriya Fransayê ya ku ji 130 salan zêdetir dewam kir sûc dihesibîne bi vî awayî cara ewil di rûniştineke ji gel ra vekirî da hat pesendkirin.

Serokê Parlamentoyê Bugalî di daxuyaniya xwe ya berî dengdayînê da diyar kiribû ku bi qanûnê ra jimartina sûcên mêtingeriyê yên Fransayê, tesbîtkirina berpirsyariya dewleta Fransayê ya ji ber paşeroja wê ya mêtînger derketiye holê, avakirina mekanîzmayên naskirin û lêborîn xwestinê û propaganda û pesindayîna mêtîngeriyê wek sûc tê hesibandin.

Di metnê da her wiha ji 30î zêdetir sûcên mêtîngeriya Fransizan tê rêzkirin, di nav van da tehrîbata însanî û hawirdor a ku ji ber teqîn û ceribandinên nukleerê yên li herêma Sehrayê bûn sedem, kuştina sivîlan, bikaranîna çekên ku navneteweyî qedexekirî ne û raxistina mayînan cî digire.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.