Dinya

Parastina Sivîlan a li Xezeyê: Ji destpêkirina sermayê û vir va 17 kes ji sermanan mirin

Muhammed Emin Canik  | 17.12.2025 - Rojanekırın : 17.12.2025
Parastina Sivîlan a li Xezeyê: Ji destpêkirina sermayê û vir va 17 kes ji sermanan mirin

Istanbul

 Mehmûd Basalê Berdevkê Midûriyeta Parastina Sivîlan a Xezeyê ragihand ku ji destpêkirina serma û bahozê û vir va li Xezeyê 17 Filistînî ji sermanan mirin.

Li ser hesabê Midûriyeta Parastina Sivîlan a li Xeta Xezeyê yê Telegramê, daxuyaniya Basal hat parvekirin.

Basal diyar kir ku li Xezeyê piştî ku taviya giran a baranê û her wiha bahozê dest pê kir û bi şûnda heta niha ji 17yan zêdetir avahî bi temamî hilweşiyan.

Basal her wiha got ku li Xezeyê di heman demê da ji 90î zêdetir avahî jî bi qismî hilweşiyan û wiha dewam kir, "Ev rewş jiyana bi hezaran kesî rasterast dixe ber xetereyê."

Basal got ku li Xezeyê ji sedî 90î konên Filistîniyên derbederbûyî di bin ava baran û lehiyê da man û wiha dewam kir, "Bi hezaran malbatên Filistînî ji konên xwe yên berwext bûn, kinc, nivîn û betaniyên wan zirar dîtin, vê rewşê tengasiyên wan zêdetir kir."

Berdevkê Parastina Sivîlan her wiha got, "Li Xezeyê ji ber sermayê 4 jê zarok 17 Filistînî mirin. Hin kes jî ji ber hilweşîna avahiyan mirin."

Basal bangewaziya xwe ya ji bo civaka navneteweyî û hemû dinyayê dubare kir ku demildest bikevin nav liv û tevgerê û alîkariya bilez a însanî bidin Filistîniyan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın