Papa: "(Plana Trump a ji bo Xezeyê) Ez hêvî dikim ku Hemas dê di nav maweya diyarkirî da qebûl bike"

Holy See (Vatican City State)
Rêberê Dînî yê Katolîkan û Serokê Dewleta Vatîkanê Papa Leoyê 14emîn der heqê plana aştiyê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo Xeta Xezeyê da got ku ew hêvî dike ku Hemas di nav maweya diyarkirî da bersiva erênî bide.
Papa dema ji havîngeha xwe ya li Castel Gandolfoyê ya li nêzîkî Romayê vegeriya Vatîkanê, pirsên rojnamegeran ên li ser mijarên rojeva navneteweyî bersivandin.
Papa Leoyê 14emîn ji bo pirsa der barê plana Serokê Amerîkayê Trump a ji bo Xezeyê wiha got, "Heta niha wekî pêşniyazeke rasteqîne dixuyê. Pêkanîna agirbestê û berdana dîlan giring e. Lê di wir da hin unsûr hene ku li min ecêb tên û ez hêvî dikim ku Hemas dê di nav maweya diyarkirî da qebûl bike."
Papa her wiha ji bo nêzîkbûna Fîloya Sumûdê ya Kurewî ya ber bi Xezeyê jî wiha got, "Rewşeke pir dijwar e, tê dîtin ku dixwazin bersivê bidin rewşeke bilez a mirovî ya rasteqîne. Lê ji hemû hêlan gelek kes hene ku dibêjin 'Em hêvî dikin dê tundî çênebe û dê rêzê nîşanî însanan bidin.' Ev gelekî giring e."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.