Dinya

Papa Leoyê 14emîn li Beyrûtê ayîn li dar xist

Ethem Emre Özcan, Barış Seçkin  | 02.12.2025 - Rojanekırın : 03.12.2025
Papa Leoyê 14emîn li Beyrûtê ayîn li dar xist Ethem Emre Özcan

Beyrut

 Serokê Vatîkanê Papa Leoyê 14emîn, di roja dawîn a serdana xwe ya li Libnanê, di merasîma dînî ya ku li Beyrûtê li ber keviya deryayê li dar xist da, peyama "aşitî û yekitiyê" da.

Papa Leoyê 14emîn berî ku ji Lubnanê derkeve, di merasima ku li Beyrûtê li ber peravê, li dar xist da gotarek pêşkîşî bi hezaran kesê ji civaka Xiristiyanan kir.

Serokomarê Lubnanê Joseph Aoun, Serokê Meclîsê Nebîh Berrî û Serokwezîr Newaf Selam jî beşdarî bernameyê bûn.

Papa di gotara xwe da destnîşan kir ku gelê Libnanê di demên dijwar ra derbas dibe û diyar kir ku divê her kes rola xwe bilîze û "divê hemû hewldan yek bin" da ku welat rûmeta xwe ya berê bi dest bixe.

Papa diyar kir ku rêya bidestxistina vê yekê bi "bêçekkirina dilan" e û got, "Werin em zirxê dabeşbûnên xwe yên etnîkî û siyasî ji xwe bikin, baweriyên xwe yên dînî ji bo hevdîtinên hevbeş vekin û xewna Libnanê ya yekgirtî di dilê xwe da vejînin."

Papa Leoyê 14emîn di dawiya axaftina xwe da, daxwaza Libnaneke ku "aştî û edalet tê da serdest be, her kes hevdu wekî bira bibîne" kir.

Papa û şanda pê ra dê piştî bicihanîna ayînê ewê berê xwe bidin Balafirgeha Navneteweyî ya Refîq Herîrî ya li paytextê, da ku ji welêt derkevin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın