Dinya

Pakistanê ragihand ku wan 12 dronên çekdar ên Hindistanê ji nav birin

İbrahim Hamdi Hacıcaferoğlu  | 08.05.2025 - Rojanekırın : 08.05.2025
Pakistanê ragihand ku wan 12 dronên çekdar ên Hindistanê ji nav birin

Istanbul

 Artêşa Pakistanê ragihand ku ji nîvê şevê û vir va 12 dronên çekdar ên Harop ên Hindistanê hatin jinavbirin.

Li gorî nûçeya rojnameya Dawnê, Korgeneral Ehmed Şerîf Chaudhryê Midûrê Giştî yê Şaxa Peywendiyên Gel a Artêşa Pakistanê der heqê rageşiya Hindistan-Pakistanê da daxuyaniyên nû dan.

Chaudhry diyar kir ku ji nîvê şevê û vir va Hindistanê dronên çekdar ên Haropê şandin gelek cihên Pakistanê û ev jî "çalakiyeke din a bi eşkereyî ya êrîşa eskerî" ye.

Chaudhry bal kişand ku artêşa Pakistanê di elerim û teyaqûza berz da ye û heta niha 12 dronên çekdar ên Harop ên Hindistanê hatin jinavbirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın