Dinya

Pakistanê ragihand ku ji ber êrîşa Hindistanê hejmara kuştiyan derket 26an

Dilara Karataş, Şilan Turp  | 07.05.2025 - Rojanekırın : 07.05.2025
Pakistanê ragihand ku ji ber êrîşa Hindistanê hejmara kuştiyan derket 26an

Ankara

Artêşa Pakistanê ragihand, ji ber êrîşên Hindistanê ku bi moşekan kiribû, hejmara kuştiyan derket 26an û ya birîndaran jî derketiye 46an.

Midûrê Giştî yê Yekeya Têkiliyên Gel ya Artêşa Pakistanê Korgeneral Ehmed Şerîf Chaudhry di daxuyaniya çapemeniyê da der barê êrîşa Hindistanê da axivî.

Korgeneral Ehmed Şerîf Chaudhry diyar kir ji Hindistanê gelek moşek hatine avêtin û ev moşek li gelek deveran ketine.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ji ber êrîşên Hindistanê ku bi moşekan kiribû, hejmara kuştiyan derket 26an û ya birîndaran jî derketiye 46an.

-Artêşa Pakistanê ragihand ku 5 balafirên şer û dronek Hindistanê hat daxistin

Artêşa Pakistanê ragihand ku 5 balafirên şer û dronek Hindistanê hat daxistin.

Li gor nûçeya Geo Newsê, hêzên ewlekariya Paksitanê, derbarê bergirîdana êrîşên fuzeyê yên Hindistanê da daxuyanî da.

Çavkaniyan ragihand 5 balafirên şer û dronek Hindistanê hat daxistin, "Hemî balafirên Hêzên Esmanî yên Pakistanê ewlehiyê da ne. Hêzên Ewlekariyê yên Pakistanê bersiva êrîşên dijmin da."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın