Haydar Şahin
31 Tebax 2019•Rojanekirin: 01 Îlon 2019
Artêşa Pakistanê diyar kir ku ew ê ji bo ewlehiya gelê li nêzî "Xeta Kontrolê (LoC)" ya li sînorê Hindistan û Pakistanê sitargehên binerd ava bikin.
Fermandarekî artêşa Pakistanê li Keşmîra Azad daxuyanî da rojnamevanên medyaya biyanî û diyar kir ku ew ê li hemû xwendingehên li xeta kontrolê sitargehan ava bikin.
Fermandar got ji ber îhtimala artêşa Hindistan agirbestê binpê bike tevdîreke wiha hildidin û wiha pê da çû: "Me hetanî nika li xeta kontrolê ji bo sivîlan 70 sitargehên gel ava kirin. Hindistan gelek caran agirbestê îxlal dike û gelê herêmê dixe hedef."
Fermandar got ji bo eskerên gel diparêzin jî sitargehên ewlehiyê ava dikin, artêşa Pakistanê ji bo parastina gelê herêmê ew ê li xeta kontrolê sitargehên binerd ava bikin.
- Di 2019an da 27 sivîl hatin kuştin
Fermandar destnîşan kir ku di sala 2019an da ji ber êrîşên Hindistanê 27 sivîl hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Raja Mizeferê ji herêmê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Gelek kesan di malên xwe da sitargehên piçûk ava kirin."
Mizefer got fikra avakirina sitargehên mezin ên gel fikreke baş nîne û wiha axivî: "Dibê hikûmet ji bo avakirina sitargehan piştgiriyê bide gel. Kesên feqîr nikarin sitargehan ava bikin."
Xulam Eliyê ji Keşmîra Azad jî got, "Pismamên me 500 mêtreyî ji gundê me wê da di nav sînorên Hindistanê da dijîn lêbelê ji 5ê tebaxê vir da em nikarin ji wan xeberekê hildin."