Muhammet Nazım Taşcı
22 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2024
ÎSLAMABAD (AA) - Pakistan û Îranê li hev kir ku balyozên her du welatan heta 26ê Rêbendanê vegerin ser wezîfeya xwe.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Pakistanê, Wezîrê Karên Derva Celîl Ebas Cîlanî û Wezîrê Karên Derva yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan piştî axaftina bi têlefonê Tehran û Îslamabad mitabiq man ku balyozên her du welatan bikaribin heta 26ê Rêbendanê vegerin ser wezîfeyên xwe.
Di daxuyaniyê da hat gotin, li ser deweta Cîlanî Wezîrê Karên Derva yê Îranê wê di 29ê Rêbendanê da Pakistanê ziyaret bike.
Îranê di 16ê Rêbendanê da daxuyandibû ku wan bi moşekan unsûrên terorê yên ser axa Pakistanê kirin hedef.
Pakistanê jî bişev bi moşekan li devereke ser herêma nêzî sînorê Îranê xistibû û ragihandibû ku wan li dijî terorîstan operasyon kir. Her du welatan piştî van êrîşan balyozên xwe vekişandibûn.