Pakistanê daxuyand ku wan balafirên şer ên Hindistanê bi balafirên şer ên "J-10C" yên ku Çînê çêkirine va xist xwarê

Beijing
Rêvebiriya Pakistanê ragihand ku balafirên şer ên Hindistanê dema êrîşên hewayî birin ser axa wan, ew bi balafirên şer ên "J-10C" ên ku Çînê çêkirine va hatin daxistin.
Alîkarê Serokwezîrê Pakistanê û Wezîrê Karên Derva Îshaq Dar, duh di agahdarkirina xwe ya li parlementoyê da diyar kir ku Hêzên Asîmanî yên Pakistanê di şer û pevçûnan da balafirên şer ên "J-10C" ên ku Çînî çêkirine bi kar anîn û van balafiran 5 balafirên Hindistanê yên di nav wan da 3 balafirên "Rafale" yên ku Fransayê çêkirine jî hebûn, xistin xwarê.
Rayedarekî îstîxbarata Fransayê yê ku daxuyanî da kanala televîzyonê CNNê ya Amerîkayê jî piştrast kir ku balafireke "Rafale" ya ku Hindistanê bi kar dianî ji hêla Pakistanê va hat xistin û got ew lêkolînê dikin ku ka balafireke din a di heman rewşê da heye an na.
Ji hêla din, medyaya Hindistanê ragihand ku bermayiyên moşekên "PL-15E" yên ku di balafirên şer ên "J-10C" ên ku Çînê çêkirine da tên bikaranîn, li eyaleta Pencapê ya welêt hatine dîtin. Wêneyên ku tê îdiakirin bermayiyên moşekan in, di malperên nûçeyan da hatin weşandin.
Heke ev yek bê piştrastkirin, evê wek bûyera ewil ya ku balafirên şer ên "J-10C" di şer da balafireke din a şer xistine xwarê bê qeydkirin. Herwiha, balafirên şer ên "Rafale" jî wê cara yekem be ku li asîmanan hatine daxistin.
Pakistanê ragihand ku wan 25 dronên çekdar ên Hindistanê ji nav birin
Artêşa Pakistanê ragihand ku ji nîvê şevê û vir va 25 dronên çekdar ên Harop ên Hindistanê hatin jinavbirin.Li gorî nûçeya rojnameya Dawnê, Korgeneral Ehmed Şerîf Chaudhryê Midûrê Giştî yê Şaxa Peywendiyên Gel a Artêşa Pakistanê der heqê rageşiya Hindistan-Pakistanê da daxuyaniyên nû dan.
Chaudhry diyar kir ku ji nîvê şevê û vir va Hindistanê dronên çekdar ên Haropê şandin gelek cihên Pakistanê û ev jî "çalakiyeke din a bi eşkereyî ya êrîşa eskerî" ye.
Chaudhry bal kişand ku artêşa Pakistanê di elerim û teyaqûza berz da ye û heta niha 25 dronên çekdar ên Harop ên Hindistanê hatin jinavbirin.