Fırat Taşdemir
27 Hezîran 2023•Rojanekirin: 28 Hezîran 2023
Ji ber Eyda Qurbanê pîneyê li ser Kabeya li Mescîda Heramê ya Mekkeyê ye hat paqijkirin.
Li Erebistana Siûdî Eyda Qurbanê wê sibê bê pîrozkirin.
Li ser axa pîroz kelecana hec jî heye. Hecac wê li Erefat û Muzdelîfeyê ziyaret bikin û paşê şeytan kevir bikin.
Piştî vê hecac wê Kabeyê tewaf bikin.
Di vê çarçoveyê da li Mescîda Heramê ekîban paqijî kir ku pîneyê li ser Kabeyê jî hat paqijkirin.
Wek her sal îsal jî pîneyê li ser Kabeyê wê bê guherandin. Li gor hesabê ewê di sersala Hîcrî 1ê Muharemê da (19ê Tîrmehê) bê guherandin.