ANKARA
Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz: "Pêvajoya çareseriyê pêvajoyeke muhîm e. Ne tenê ji bo siyasetê, ji bo Rojhilat û Başûrê Rojhilatê jî girîng e. Bi pêvajoya çareseriyê ra veberhêner ketin dorê. Di Herêmên Pîşesaziyê yên Organîze da cî nema. Li Batman, Mêrdîn, Şanliurfa û gelek bajarên me eleqeyeke mezin heye ji bo veberhênanan. Ez bawer dikim ku kî dev ji vê pêvajoyê berde, kî pêvajoyê sabote bike, wê gelê me bersiva ku hewce dike bi awayekî demokratîk bide wan."
Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz bû mêvanê Maseya Edîtoran a AAyê û pirsên edîtor û nûçegihanên AAyê yên der barê rojevê da bersivand.
Wezîr Yilmaz der barê pergala serokatiyê da wiha got: "Em wek partî û hikûmet pergala serokatiyê baş dibînin. Em çima dixwazin? Pêwistiya Tirkiyeyê bi îstiqrarê heye. Îstiqrar zehf girîng e, heger îdiayên meriv hebin û bixwazin pêş kevin, di rêvebiriyê da pêwistiya me bi îstiqrarê heye. Him ji bo armancên aboriyê û him jî ji bo pêvajoya çareseriyê di pergala serokatiyê da îstiqrar heye û feydeya wê mezin e."
Wezîrê Pêşketinê Yilmaz wiha axivî: "Em dixwazin di pêvajoya pêşiya me da ji qanûnan bigir heta rêyan, ji pergala perwerdeyê bigir heta tenduristiyê di her qadê da welatekî pêşketî ava bikin. Ji bo Tirkiyeyê heyama li pêşiya me heyama karên hûrgiliyê ye, me pêngavên mezin qedandin. Em ê li her derê Tirkiyeyê bi tecrûbeya xwe ya bi qasî 12 salî baştir pêş bixin û pêşketina xwe ya di rêya welatekî pêşketî de berdewam bikin."
- "Rexneyên mixalefetê yên li ser Fîdan nayên qebûlkirin"
Wezîrê Pêşketinê Yilmaz der heqê Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan da jî wiha got: "Fîdan hevalê min ê burokrasiyê ye. Merivekî hêja ye û xizmetên mezin ji bo welatê me kiriye. Feydeyên mezin daye pêvajoya çareseriyê. Ez fehm nakim çima nîqaşên wiha tên kirin. Divê meriv zirarê nede saziyên wiha û kesên ku di van saziyan da dixebitin. Ji ber vê jî rexneyên mixalefetê nayên qebûlkirin. Divê nîqaşên wiha neyên kirin."
- "Pêvajoya çareseriyê pêvajoyeke girîng e"
Wezîr Yilmaz der barê pêvajoya çareseriyê da destnîşan kir ku pêvajoya çareseriyê pêvajoyeke girîng e û wiha peyivî: "Pêvajoya çareseriyê pêvajoyeke muhîm e. Ne tenê ji bo siyasetê, ji bo Rojhilat û Başûrê Rojhilatê jî girîng e. Bi pêvajoya çareseriyê ra veberhêner ketin dorê. Di Herêmên Pîşesaziyê yên Organîze da cî nema. Li Batman, Mêrdîn, Şanliurfa û gelek bajarên me eleqeyeke mezin heye ji bo veberhênanan. Ez bawer dikim ku kî dev ji vê pêvajoyê berde, kî pêvajoyê sabote bike, wê gelê me bersiva ku hewce dike bi awayekî demokratîk bide wan."