ÎSTANBUL
Li Silêmaniyeya semta Stenbolê xaniyên ku di çarçoveya guherandina bajêr de hatin hilşandin ji bo penaberên ji Sûriyeyê yên ku ji ber şer revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê bûn stargeh.
Malbatên penaber di nav xaniyên ku hatine hilşandin de ji xwe re holikan çêdikin û jiyana xwe didomînin. Piraniya van penaberan jî kurdên ji Sûriyeyê ne.
Ji penaberan Mehmûd bi 11 zarokên xwe di odeya xaniyekî xirabe de dijî û hesreta welatê xwe bi wan gotinan tîne ziman; "Stenbolê xweş e lê belê welatêm hê jî xweş e"
Li gor rapora Rêxistina Mafên mirovan a Sûriyeyê ya 2014an hejmara penaberên ji Sûriyeyê xwe gihande 6 milyonî û ji van penaberan milyonek û 900 hezar kes li Tirkiyeyê dijîn.
Penaberên ji Sûriyeyê herî zêde li Tirkiyeyê ne û 300 hezar penaber di konbajar û kampanda dijîn yên din jî li bajarên din jiyana xwe didomînin.