11 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, pêşwazî li Wezîrê Karûbarê Derve yê Japonyayê Kîntaro Sonora, Balyozê Bexdayê Fomyo Away û Konsolosê Hewlêrê Katsomî Moriyaso kir.
Li gor ragihandina malpera resmî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî di hevdîtinê de biryara vekirina konsolosxaneya Japonyayê li Hewlêrê wek gaveke baş ji bo têkiliyên Hewlêr û Tokyoyê nirxand.
Wezîrê Japon, kêfxweşiya ji bo seredana Hewlêrê anî ziman û diyar kir ku Barzanî di şerê li dijê terorê û pêkanîna aştiya civakî de roleke mezin lîstiye. Herwiha sipasiya pêşmerge jî kir ku kariye terorîstên DEAŞê têk bibe.
Sonora, Konsolosê Japonyayê li Hewlêrê Katsomî Moriyaso bi Barzanî da nasandin û got ku welatê wî amade ye di her warî de piştgiriya Herêma Kurdistanê bike.
Sonora, di hevdîtinê de ji Barzanî xwest ku fikr û nerînên xwe yên der barê şerê terorîstan de bîne ziman.
Barzanî jî, ji bo arîkariya dewlet û xelkê Japonyayê destxweşiya xwe anî ziman û daxwaza xwe ya der barê zêdekirina têkiliyên Herêma Kurdistanê û Japonyayê ragihand.
Li ser şerê terorîstan û têkoşîna li dijî DEAŞê Barzanî wiha axivî:
"Pêşmerge, rêxistina terorî ya herî hov û metirsîdar ku dijminê însaniyetê ye têkşikand. Ew rêxistina terorî li ser hemû cîhanê tehdîd e. DEAŞ di roja îro de li ber têkçûn û hilweşîneke mezin e. Lê belê şikestina DEAŞê ji aliyê eskerî ve nayê me'neya bidawîhatina terorê û şiddetê-tundreviyê."
Serokê Herêmê bal kişand ser xetere û metirsîya terorê û terorîstan û mesele wiha nirxand:
"Lewra dibe ku bi navekî cuda û bi rengekî cihê careke din ev teror derkeve. Ji ber vê yekê lazim e hemahengî û hevkariya hemû aliyan li dijî terorê hebe. Ji bo em terorê û şiddetê-tundreviyê ji holê rakin divê em xebata hevpar bidomînin. Mucadeleya li dijî terorê jî tenê di warê eskerî de nabe, divê ji hemû aliyan ve têkoşîn berdewam be."
Di hevdîtinê de herwiha rewşa siyasî û aborî ya herêmê û Rojhilata Navîn hat xeberdan.