Dinya

Nûnerê Taybet ê Trump diyar kir ku heke Putîn bê Stenbolê dê Trump jî li wir be

Hakan Çopur  | 13.05.2025 - Rojanekırın : 14.05.2025
Nûnerê Taybet ê Trump diyar kir ku heke Putîn bê Stenbolê dê Trump jî li wir be

Washington DC

Keîth Kelloggê Nûnerê Taybet ê Ukraynayê yê Donald Trumpê Serokê Amerîkayê got hêvî dikin ku Vladimîr Putînê Serokdewletê Rûsyayê roja pêncşemê bê Stenbolê û di rewşeke wisa da dê Trump jî li wir be.

Kelloggê Nûnerê Taybet ê Ukraynayê yê Trump li qenala Fox Busînessê beşdarî bernameyekî bû û der barê pêvajoya agirbestê ya Rûsya-Ukraynayê da nirxandin kirin.

Kellogg da zanîn ku pêşnûmayeke ku dê dawî li şerê di navbera herdu welatan da bîne halêhazir amade ye û got ku "Em dikarin bibêjin ku mijarên em wisa difikirin ku divê mizakere bikin ev in. Divê li ser van mijaran biaxivin. Serokdewlet Zelenskiy (Volodimîr) dê li wir be û heke Putîn jî bê bi ya min em ji texmînên gelekî mirovên bêtir nêzî lihevkirinê ne. Helbet karê me yê ewil dê agirbest be."

Kellogg got ku bêyî agirbestê dê mizakereyeke aştiyê çênebe û diyar kir ku ew amade ne ku biçin Stenbolê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.