Nûnerê Taybet yê Amerîkayê Barrack bang li aliyên li Sûriyeyê kir ku dev ji çekan bê berdan

Ankara
Balyozê Enqereyê û Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê Amerîkayê Tom Barrack bang li aliyên li Sûriyeyê kir û wiha got: "Divê hemû alî demildest çekên xwe daynin, dawî li dijminatiyê bînin û dev ji tolhildana qebîleyê (ya di navbera xwe da) berdin."
Barrack li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê der barê rewşa li Sûriyeyê da peyamek weşand.
Barrack daxuyand ku biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a der barê rakirina mueyîdeyên li ser Sûriyeyê da gaveke rêbazî ye û ji gelê welêt ra şanseke ku ew ji êş û zilma bêhempa ya ku bi salan e dikişînin, xelas bibin.
Barrack wiha got: "Civaka navneteweyî bi piranî li pişt hikûmeta Sûriyeyê ya nû ava bûye sekinî û bi tevgereke baş û hişyar xebatên hikûmetê ya ji mîrateke bi êş ber bi dahatûyeke hêvîdar va diçe, temaşe dike."
Barrack destnîşan kir ku çalakiyên hovane yên di navbera aliyên şer dikin da li qadê desthilatiya hikûmetê qels dike, aramiyê têk dibe û bang li hemû aliyan kir û wiha got: "Divê hemû alî demildest çekên xwe deynin, dawî li dijminatiyê bînin û dev ji tolhildana qebîleyê (ya di navbera xwe da) berdin. Sûriye di qonaxeke pir girîng a ku divê aştî û diyalog serdest be da cî digire û ev yek divê niha pêk bê."
Piştî bang û zexta hikûmeta Sûriyeyê ya ji bo aliyên li Suweydayê pev diçin, duh şer bi piranî rawestiyabû.
Şervanên Ereb ên Bedewî yên ji Suweydayê û şervanên eşîran ên ku piştgiriyê didin wan ji bajêr derketibûn.
Tê meraqkirin ku lîderê Durzî Hikmet el-Hecrî yê ku Îsraîl piştgiriyê didê û carna guh dide agirbest û peymanên berê û carinan jî li dijî wan derdikeve wê çawa tevbigere.