Dinya

Nûnerê Bilind ê YEyê Borellî: "Sûcên girseyî yên li Sûriyeyê qewimîne divê bê ceza nemînin"

Abdullah Tel  | 30.06.2020 - Rojanekırın : 01.07.2020
Nûnerê Bilind ê YEyê Borellî: "Sûcên girseyî yên li Sûriyeyê qewimîne divê bê ceza nemînin"

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

 Nûnerê Payebilind ê Têkiliyên Dereke û Polîtîkayên Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell got, "Ewropa nikare pişta xwe bide gelê Sûriyeyê û wê pişta xwe nedê. Divê sûcên girseyî yên ku li Sûriyeyê tên kirin, bê ceza nemînin."

YE û Neteweyên Yekbûyî (NY) bi hev ra bi sernava "Konferansa Sûriye û Piştgirîdayîna Pêşeroja Herêmê" Konferansa Brukselê ya 4emîn li dar xist. Borrell beriya ku beşdarî civîneke vê konferansê ya ku di asta wezîran da tê kirin, bibe, vîdeoyek parve kir.

Borrell destnîşan kir ku şerê Sûriyeyê ket sala 10emîn û bal kişand ku şer bû sedema êş û janên mezin, gelê Sûriyeyê jî hê di nav tirsê da dijî. Borrell wiha got, "Ewropa nikare pişta xwe bide gelê Sûriyeyê û wê pişta xwe nedê. Divê sûcên girseyî yên ku li Sûriyeyê tên kirin, bê ceza nemînin."

Borrell diyar kir ku Sûriye cînarê YEyê ye û îstiqrara wê girîng e, piştgiriya Yekîtiyê wê him ji bo Sûriyeyê him jî ji bo welatên cînar ên ku mazûvaniya penaberan dikin, dewam bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın