Nihat Kavşut
04 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2017
ANKARA
Yekîtiya Nivîskarên Sporê ya Navneteweyî (AIPS) ragihand Ashkan Mehryarê nûçegihanê wêneyan yê ji Îranê ku ji bo Kupaya Dinyayê ya Basketbolê teqîb bike çûbû Qahîreyê ji Misrê hat derxistin.
Li gor daxuyaniya AIPSê Mehryarê ji bo Tîma Basketbolê ya Neteweyî ya Îranê teqîb bike çû Qahîreya paytextê Misrê li balafirgehê hat girtin.
AIPSê der marê mijarê da wiha got: "Xuya ye nûçegihanê wêneyan yê ji Îranê ji ber sedemên siyasî ji Misrê hat derxistin. Divê spor û siyaset cuda bin."
Mehryarê ji Misrê hat derxistin jî der barê mijarê da wiha got: "Rayedarên Misrê her çiqas di pasaporta min da kêmasî tunebûn jî bi saetan ez dam sekinandin, dest danîn ser telefona min û ji Misrê derxistin."