Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî got ew ê ji bo li Tirkiyê cardin "pêvajoya aştiyê" dest pê bike û hemû alî li ser masê rûnên, çi bikeve ser milên wî dê bi cih bîne.
Barzanî di hevdîtina digel Muhammet Emîn Pencîwîniyê siyasetmedarê Kurd de wiha axivî: "Ji bo li Tirkiyê cardin pêvajoya aştiyê dest pê bike, dengê çekan bê temirandin, rê li ber diyalogan vebe çi bikeve ser milê me, wekî berê em ê bi cih bînin. Ev pêvajoya şer bi kêrî tu aliyê nayê. Aliyê ku qezenc bike tune ye. Ev pêvajoya şer dê bibe sedema zêdebûna pirsgirêkan."
Ji aliyê din ve Barzanî di hevpeyvîna ku da kanalên televîzyonê yên herêma Kurdistanê de destnîşan kir ku bandora wan li ser biryarên ku Tirkiye û PKK bidin tune ye û wiha xeberda:
"Di vê mijarê de ya ku ji destê me tê ew e ku em her du aliyan bigihînin hev du û rêya diyalogan di navbera wan de çêkin. Me berê jî gavinên wiha avêtibûn û me gotibû ku pirsgirêk encax li ser masê û bi rêya diyalogê bên çareserkirin. Berpirsiyariya ku em hildin ser milê xwe diyar e. Ev jî ev e: Em ê bingeha rêya aştiyê ava bikin."