Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî got ku ji bo rêbaza hilbijartina serokatiyê "ya ku hin partiyên siyasî ew ji xwe re kirine mijara nîqaşan, bi rêya hilbijartina gel an jî parlementoyê bê kirin", bila biryarê gel bide.
Barzanî di daxuyaniya nivîskî ya ku belav kir de navê Partiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê neda lê ew îşaret kirin û got ku ew partî dixwazin hilbijartin di parlementoyê de bê kirin û wiha xeberda, "Sîstema birêvebirênê ya herêma Kurdistanê parlementerî ye. Ev di zagona bingehîn de, bi awayekî vekirî hatiye nivîsîn. Dibe ku li ser hilbijartina serokatiyê ya li Kurdistanê fikr û ramanên cuda cuda hebin. Di vê mijarê de pêşniyaza min ev: Bila gel biryarê bide. Hilbijartina serokatiyê dê çawa bê kirin? Divê ji bo vê referandûm bê kirin. Lewra hemûyê gelê Kurdistanê piştevaniya partiyan nakin. Ji ber vê yekê kes nikare mafê hilbijartinê yê gel desteser bike."
Barzanî got ku heta em rê wî hebe dê xwe wek pêşmergeyê welat û gelê xwe bibîne û wiha xeberda: "Min jiyana xwe da ser xebatên ji bo gel û welatê xwe. Min ev wekî wezîfeyekê nirxand û ez bi vê ser bilind im. Hemû gelê Kurdistanê ezîz e. Ji bo min ya girîg nirxandina pêşmerge, malbatên pêşmergeyên me yên cangorî û ya gelê me yê biwicdan e."
Barzanî bal kişand ser "geşedanên talûke" û "fikr û ramanên ser ji hev belavbûnê" û wiha pê de çû:
"Di 16ê nîsana borî de min bangî gelê Kurdistanê, Serokatiya Parlementoyê, Serokwezîrî û partiyên siyasî kir. Min li wir destnîşan kir ku ji bo herêma Kurdistanê rêvebiriya bi du îdareyan bi talûke ye. Wê demê jî hin kesan digot ev ji bo tirsandin û şaşkirinê tên kirin. Lê belê xetereya ku me bal dikşand ser, di 23yê hezîranê de, di parlementoyê de rû da. Wan kesan fikr û ramanên xwe yên derbarê perçekirina Kurdistanê de vegotin. Me destûr neda ku di sala 2004an de herêma Kurdistanê ji hev du perçe bikin. Em ê niha jî destûrê nedin ku ax û gelê Kurdistanê ji hev du perçe bikin."
Maweya peywira Mesûd Barzaniyê Serokê HKIyê di 20ê tebaxê de temam dibe. Divê berî vê dîrokê partiyên siyasî li parlementoyê bên bal hev û biryareke hevpar bidin.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ku Mesûd Barzanî serokê wê ye dixwaze ku maweya peywira Barzanî bê dirêjkirin. Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Tevgera Goran û Partiya Civata Îslamî (Komel) di vê mijarê de bi temkîn in. Ev her sê partî jî dixwazin maweya peywira Barzanî bê dirêjkirin lê li hemberî vê dibêjin bila erkên wî bên kêmkirin.