NYT: Artêşa DYAyê bi sedan eskerên xwe ji baregeha Udeydê ya li Qeterê texliye kir
Ankara
Rojnameya New York Timesê (NYT) ragihand ku artêşa DYAyê bi sedan eskerên xwe yên li Baregeha Asîmanî ya Udeydê ya li Dohaya paytexta Qeterê texliye kir.
Rayedarên Wezareta Parastinê ya DYAyê, ji NYT ra axivîn û gotin ku bi sedan esker ji Baregeha Asîmanî ya Udeydê hatine derxistin.
Rayedaran diyar kirin ku herwiha dê texliye ji ji baregehên li Behrêynê ku Fîloya 5emîn a ku Hêzên Deryayî yên DYAyê lê ye, bên kirin.
Di demekê da ku danûstandinên nerasterast di navbera Îran û DYAyê da li ser bernameya nukleerî ya Îranê berdewam in, Amerîka hebûna xwe ya eskerî li herêmê ji bo pêşbîniya êrîşeke eskerî ya muhtemel zêde dike.
Li gorî agahiyên ji hin hesabên medyaya civakî yên ku îstîxbarata çavkaniya vekirî dişopînin û analîz dikin, di hefteya borî de zêdetirî 100 balafirên eskerî yên DYAyê gihîştine Ewropa û Rojhilata Navîn.
Keştiyên balafirhilgir ên USS Abraham Lincoln û USS Gerald R. Ford zêdetirî 120 balafirên şer hildigirin.
Tê texmînkirin ku EUCOM û CENTCOM ên DYAyî mêvandariya zêdetirî 200 balafir û bi qasî 108 balafirên tanker dikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
