Dinya

NY wê ji bo Xeze û Şerîaya Rojava banga alîkariyê ya 2,8 milyar dolarî bike

Şerife Çetin  | 17.04.2024 - Rojanekırın : 18.04.2024
NY wê ji bo Xeze û Şerîaya Rojava banga alîkariyê ya 2,8 milyar dolarî bike

New York

 Kordînatorê Karûbarên Însanî yê Ofîsa Kordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ya li Axên Filistînê yên Dagirkirî Andrea de Domenîco daxuyand ku ew ê ji bo Xeze û Şerîaya Rojava banga alîkariyê ya 2,8 mîlyar dolarî bikin.

De Domenîco bi vîdeoyê beşdarî civîna çapemeniyê ya Neteweyên Yekbûyî bû.

Der barê rewşa Xezeyê da De Domenîco agahî da rojnamevanan û got Xeze her roj ji bo jiyanê têdikoşe.

De Domenîco diyar kir ku xebatkarên alîkariyên mirovî çi ji destê wan tê dikin, lê ji bo koçberî û xelayê tiştekî zêde ya ku ew bikin tune û pirsgirêka pêwaberiyê pirsgirêka herî mezin e.

De Domenîco daxuyand ku xelayî ji ber kêmasiya xurek, av, paqijî û tesîsên tenduristiyê derketiye holê û wiha got: "Nedîyarî rastiya gelê Xezeyê ye ku ew her roj pê re rû bi rû dimînin."

De Domenîco anî ziman ku malbatên tên li başûrê Xezeyê 7 caran ji cî û warên xwe tên qewirandin, Îsraîl rê li ber alîkariyan digire, êrîşê dibistan û nexweşxaneyan dike.

De Domenîco diyar kir ku ew ê sibe ji bo Xeze û Şerîaya Rojava banga alîkariya însanî bikin û wiha dewam kir: "Ji bo piştgiriya 3 milyon însanên li Xeze û Şerîaya Rojava em ê 2,8 milyar dolar alîkariyê bixwazin."

De Domenîco diyar kir ku ji sedî 90ê alîkariyê wê ji bo Xezeyê biçe û destnîşan kir ku wan di destpêkê da plan kiribû ku ew ji bo 4 milyar dolarî banga alîkariyê bikin, lê ji ber ku belavkirina alîkariyê ji bo wan pirsgirêk e wan ev hejmar kêm kiriye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın