Dinya

NY: Par rê li 5 teşebusên sûîqesdê yên dijî Serokomar û Wezîrên Karên Navxweyî û Karên Derva yên Sûriyeyê hat girtin

Bekir Aydoğan  | 12.02.2026 - Rojanekırın : 12.02.2026
NY: Par rê li 5 teşebusên sûîqesdê yên dijî Serokomar û Wezîrên Karên Navxweyî û Karên Derva yên Sûriyeyê hat girtin

Ankara

 Di rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) da hat diyarkirin ku par rê li 5 teşebusên sûîqesdê yên dijî Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şera û Wezîrê Karên Navxweyî yê Sûriyeyê Enes Xetab û Wezîrê Karên Derva yê Sûriyeyê Esad Hesen Şeybanî hat girtin.

Di rapora Ofîsa Dijî Terorê ya NYyê da hat destnîşankirin, Serokomarê Sûriyeyê Şera û her wiha Wezîrên Karên Navxweyî û Karên Derva yên Sûriyeyê par bûn hedefa 5 teşebusên sûîqesdê lê ev hewldan hatin têkbirin.

Di raporê da hat diyarkirin ku Şera li bakurê Helebê û li başûrê Derayê hedef hat girtin û ev teşebus ji hêla "Ensar es Sune ku tê nirxandin, rêxistina paravan a rêxistina terorê DEAŞê ye" pêk hatin.

Di raporê da her wisa der heqê cih û dîroka teşebusên sûîqesdê da agahî nehat parvekirin lê hat diyarkirin ku Şera wekî "hedefa yekem a DEAŞê" hat nirxandin û ev teşebus, daxwaza qelskirina hikûmeta Sûriyeyê diselimînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın