NY: Li Xezeyê ji serê zivistanê vir va 11 zarok ji ber sir û sermayê mirin
New York
Neteweyên Yekbûyî (NY) bal kişand ku malbatên li Xezeyû bi şert û mercên dijwar ên zivistanê ra rû bi rû ne û diyar kir ku ji destpêka zivistanê vir va 11 zarok ji ber sir û sermayê mirin.
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Farhan Haq di civîna çapemeniyê ya rojane da da zanîn ku xebatkarên Ofîsa Kordînasyonê ya Karên Însanî ya NYyê (OCHA) têkoşîna dijî şert û mercên dijwar ên zivistanê yên malbatên li Xezeyê didomînin.
Haq parve kir ku vê hefteyê jî zarokek ji ber sir û sermayê mir û jimara zarokên ku ji destpêka zivistanê vir va ji ber sir û sermayê mirin derket 11an. Haq destnîşan kir ku ji cotmehê vir va NY û hevkarên wê bi deh hezaran kon belav kirin û ji bo nîv milyonî mirov êwirgeh peyda kirin lêbelê konên navborî ji bo zivistanê parastineke sînordar pêk tînin.
