NY: Li Xezeyê ji ber qeyrana avê îshal ji sedî 40 zêde bû

Quds
Ajansa Avadanî û Alîkariya Penaberên Filistînî ya li Rojhilata Nêz (UNRWA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyand li başûrê Xeta Xezeyê ji ber ku sotemenî nemaye qeyrana avê çêbû û ew jî dibe sedem ku meriv ji ber îshalê bimirin.
Dîrektorê Xezeyê yê UNRWAyê Thomas Whîte li ser medyaya civakî Xê wiha daxuyand: "Li 3 bajarên başûrê Xeta Xezeyê ava 76 bîran, 2 tesîsên ava vexwarinê yên sereke û 15 îstgehên pompeyê yên kanalîzasyonê naxebitin. Ji ber ku sotemenî xelas bû ev tesîrê li ser bi sed hezaran însanan dike."
Whîte got ji ber ku sotemenî nemaye qeyrana avê çêbûye û wiha dewam kir: "Ew jî bû sedem ku di nav merivên ku xwe spartine dibistanên UNRWAyê da rêjeya îshalê ji sedî 40 zêde be. Li Xezeyê ji ber kêmasiya sanîtasyon û xizmetên tenduristiyê îshal dibe bibe sedema mirinê."
Whîte anî ziman ku sotemeniya pompeyên kanalîzasyonê qediyaye û li Refahê ava kanalîzasyonê diherike kuçeyan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.