Dinya

NY: Li Xezeyê biqasî ji sedî 40ê nifûsê bi xetereya lehiyê ra rû bi rû ye

Islam Doğru  | 12.12.2025 - Rojanekırın : 12.12.2025
NY: Li Xezeyê biqasî ji sedî 40ê nifûsê bi xetereya lehiyê ra rû bi rû ye Hassan Jedi

New York

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li gor analîzên xetereya lehiyê ya ji ber barana gur a li Xezeyê dibare jiu 760yî zêdetir qadên ku 850 hezar kesên ji cî û warê xwe bûne lê dijîn û teqabûlê ji sedî 40ê nifûsê dike bi xetereya lehiyê ya bilind ra rû bi rû ye.

Farhan Haqê Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê di civîna çapemeniyê ya rojane da axivî.

Haq diyar kir ku ji ber barana gur a li Xezeyê kon di bin avê da man û got ku NY û hevkarên wê ji bo ku li her derê mimkûn wek çewalê qûmê bên bikaranîn çewalên arvan ên vala hatin belavkirin û hewl dan ku alîkariya mirovan bikin.

Haq got ku "Li gor analîzên xetereya lehiyê ya ji ber barana gur a li Xezeyê dibare jiu 760yî zêdetir qadên ku 850 hezar kesên ji cî û warê xwe bûne lê dijîn di nav herêmên xetereya lehiyê lê zêde ye da cî digirin. Ev teqabûlê ji sedî 40ê nifûsê dike."

Haq li ser pirsa nûçegihanê AAyê ya wekî "gelo ji bo xilaskirina Xezeyiyên ku li qadeke teng da asê mane bên xilaskirin xebatek hat kirin yan na" got ku "Em hewl didin ku mirovan bikêşin cihên bilindtir û ewledartir. Lêbelê ji bo ku mirovan ji lehiyê biparêzin sitargeh û binesaziyên cuda jî di nav da hewcehiya me bi rêyên din hene."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın