Dinya

NY: "Li Xezeyê 50 hezar jinên ducanî û yên şîr didin pitikên xwe bi rojan e ku xwarinê naxwin"

Muhammed Emin Canik  | 09.07.2025 - Rojanekırın : 15.07.2025
NY: "Li Xezeyê 50 hezar jinên ducanî û yên şîr didin pitikên xwe bi rojan e ku xwarinê naxwin"

Istanbul

 Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) ragihand, Îsraîlê li Xezeyê rêyên alîkariyê girtine û li herêmê dibe sedema felekatên însanî, li herêmê bi rojane 50 hezar jinên ducanî û yên şîr didin pitikên xwe bi rojan e ku xwarinê naxwin.

Ji Ofîsa Herêmê ya Dewletên Ereban ya UNFPAyê hat daxuyandin, li Xezeyê şert û mercên jiyana jinên ducanî û jinên zarokên wan hene û şîr didin zarokan dijwar e.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Li Xezeyê 50 hezar jinên ducanî û yên şîr didin pitikên xwe bi rojan e ku xwarinê naxwin. Jin berî wextê xwe diwelidin û pitik pir biçûk in."

Daxuyanî wiha dewam kir: "Li Xeta Xezeyê zarokên nû dibin di bin rîska mirinê da ne. Her wiha yên ku namirin jî di bin bandora nexweşiyên wisa da ne ku wê heta emrê wan hebe jiyana wan bi pirsgirêk be. Mimkun e rê li ber vê yekê bê girtin. Xezeyê ji bo alîkariya însanî vebikin."

Îsraîl ji meha adarê vir va deriyên sînor ji alîkariya însanî ra girtiye, li herêmê êrîşan didomîne û dibe sedema felaketên însanî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın