Dinya

NY: Ji ber merzelên komî yên li Lîbyayê em ketin fikaran

Haydar Şahin  | 30.06.2020 - Rojanekırın : 01.07.2020
NY: Ji ber merzelên komî yên li Lîbyayê em ketin fikaran

Geneve

 Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku merzelên komî yên li Terhûneya ji milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên li rojhilatê Lîbyayê hat xilaskirin hatin dîtin merivan dixin nav fikaran.

Liz Throssella Berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan ya NYyê (OHCHR) der barê merzelên komî yên li herêmên ji milîsên Hefterê derbekar hatin xilaskirin da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Liz Throssellê got, "Ofêsa Mafên Mirovan a NYyê piştî dîtina merzelên komî yên li Terhûneyê û dorberê wê kete nav fikaran." û bang kir ku ji bo der barê îstismar û binpêkirina mafên mirovan ên li Libyayê da lêpirsîneke "lezgîn, berfireh, çalak, zelal û serbixwe" were kirin.

Throssella Berdevk bi bîr xist ku Konseya Mafên Mirovan a NYyê di 22yê hezîranê da biryar da ku ji bo lêpirsîna li ser binpêkirina mafan ya li Lîbyayê misyona lêkolînê were avakirin, bi heman awayî Serwêsa Mafên Mirovan a Misyona Piştgiriya Libyayê ya NYyê (UNSKIL) li gor lazimiya wezîfeya xwe binpêkirina mafên mirovan a li Lîbyayê teqîb dike û dixe rapor.

Throssellê got ku der barê merzelên komî da bi meqamên Libyayê ra têkilî daneynîn, UNSMIL mijarê ji nêz va dişopîne û bersivê dide banga rayedarên hikûmeta Lîbyayê.

- "UCM bi meqamên Lîbyayê ra di têkiliyê da ye"

Throssellê destnîşan kir ku Fatou Bensoudaya Serdozgera Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (UCM) di daxuyaniya xwe ya 22yê hezîranê da got ku dikarin merzelên komî jî tevlî çarçoveya lêkolîna li ser Lîbyayê dewam dike bikin, ev not hildan û got, "Em nika fehm dikin ku UCM bi meqamên Lîbyayê ra di têkiliyê da ye. Konseya Ewlekariyê ya NYyê di sala 2011î da Lîbya sewqî UCMyê kiribû."

Bensoudaya Serdozger di daxuyaniya nivîskî da diyar kiribû ku agahiyên pêewle hildan ku li Terhûneya ji milîsên Hefterê derbekar hat xilaskirin 11 merzelên komî hatin dîtin.

Bensoudayê gotibû merzelên komî yên li Lîbyayê hatin dîtin dibe ku bibe delîlê "sûcê şer" an jî "sûcê dijî mirovahiyê".

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın