Dinya

NY: Em teqez dijî guherîneke li sînorên Xeze û Îsraîlê ne

Islam Doğru  | 10.12.2025 - Rojanekırın : 10.12.2025
NY: Em teqez dijî guherîneke li sînorên Xeze û Îsraîlê ne

New York

 Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser daxuyaniya rayedarekî Îsraîlî ya wekî "xeta zer a li Xezeyê sînorê nû ye" diyar kir ku "Teqez dijî guherîneke li sînorên Xeze û Îsraîlê ne."

Stephane Dujarrîcê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê di civîna çapemeniyê ya rojane da pirs bersivandin.

Dujarrîc li ser pirsa der barê daxuyaniya Eyal Zamîrê Sererkanê Îsraîlê ya wekî xeta zer a li Xezeyê "êdî sînorê nû yê di navbera Xeze û Îsraîlê da ye" got ku "Em teqez dijî guherîneke li sînorên Xeze û Îsraîlê ne."

Dujarrîc destnîşan kir ku ev daxuyanî dijî rihê plana aştiyê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump û gotina wî ye û da zanîn ku di nav NYyê da dema behsa Xezeyê dikin ne der barê xeta zer da di çarçoveya sînorên Xeze-Îsraîlê yên niha diaxivin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın