Dinya

NY: Amerîka û Îsraîl divê dawî li şerê xetereya wî heye ku ji kontrolê derkeve bi dawî bînin

Şerife Çetin  | 19.03.2026 - Rojanekırın : 19.03.2026
NY: Amerîka û Îsraîl divê dawî li şerê xetereya wî heye ku ji kontrolê derkeve bi dawî bînin

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) bangî Îsraîlê kir ku dawî li "şerê xetere heye ku ji kontrolê derkeve, sivîl ji ber wê êşên gelekî mezin dijîn û li ser aboriya kurewî xetereya belavbûnê heye" bînin.

Guterres û Serokê Konseya YEyê Antonîo Costa di çarçoveya Lûtkeya Serokên YEyê ya li Brukselê da daxuyanî dan çapemeniyê.

Guterres hişyarî da rûdanên ku ji ber êrîşên Amerîka û Îsraîlê diqewimin bi taybetî ji hêla welatên kêm pêşketine va dibe ku encamên trajîk derxîne holê û got ku "Zû da ye wex hatiye ku Amerîka û Îsraîl divê dawî li şerê xetere heye ku ji kontrolê derkeve, sivîl ji ber wê êşên gelekî mezin dijîn û li ser aboriya kurewî xetereya belavbûnê heye bînin."

Guterres peyama "êrîşên dijî cîranên me rawestînin" da Îranê jî û bal kişand ku ev welat tu carî nebûn aliyên pevçûnê.

Guterres bi bîr xist ku Konseya Ewlehiyê ya NYyê jî dixwaze ku êrîş bên rawestandin û Geliyê Hurmuzê bê vekirin û got ku demekî dirêj girtîmayîna geliyê ji bo mirovên li cihên cuda yên dinyayê yên ku tu eleqeya wan bi vê pevçûnê ra tune dê bibe sedema êşên mezin.

Guterres got ku "Êdî divê ne hiqûqa hêzê divê hêza hiqûqê serdest bibe. Êdî wext hatiye ku ne şer lêbelê dîplomasî serdest bibe."

- "Alternatîfa pergala xwe dispêre rêbazên navneteweyî tune"

Serokê Konseya YEyê Costa jî diyar kir ku NY yek ji saziyên bingehîn ên pergala navneteweyî ye û di vê heyama gelekî aloz da ji her wextî zêdetir girîng e.

Costa destnîşan kir ku parastina pergala xwe dispêre rêbazên navneteweyî, piştrigirya piralîbûnê û xurtkirina fealiyetên NYyê heyatî ye û hot ku "Gelek aktorên navneteweyî jêpirsîna vê nîzamê dike. Lêbelê rastiya ku em dijîn vê nîşan dide: Alternatîfa pergalaa xwe dispêre rêbazên navneteweyî tune."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın