Dinya

NY: Aliyên Lîbyayî di mijara vekirina gozergahên bejayî û esmanî da li hev kirin

İbrahim Atmaca  | 21.10.2020 - Rojanekırın : 22.10.2020
NY: Aliyên Lîbyayî di mijara vekirina gozergahên bejayî û esmanî da li hev kirin

Geneve

Nûnerê Taybet ê Lîbyayê yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephanie Williams diyar kir, di tûra çarem a civînên Komîteya Eskerî ya Hevpar a 5+5ê ku li Cenevreyê tên kirin û armanca wan li Lîbyayê agirbesta mayînde ye, da aliyan li hev kir ku gozergahên bejayî û esmanî yên ku hemû herêmên Lîbyayê bi hev va girê dide, werin vekirin.

Williams, li Ofîsa Cenevreyê ya NYê derbarê civînên Komîteyê yên ku duşemê dest pê kirin da civîna çapemeniyê li dar xist.

Williams got, "Herdu aliyan li ser çend mijarên girîng ên ku jiyan û refaha gelê Lîbyayê rasterast eleqeder dike, li hev kir û ez kêfxweş im ku vê yekê radigihînim."

Williams pesnê heyeta hikûmeta Lîbyayê û heyeta Xelîfe Hefterê derbekar û pêşengê hêzên çekdar ên nemeşrû da û li ser lihevkirinan wiha got:

"5+5ê di mijara vekirina rêyên ku hemû herêm û bajarên Lîbyayê bi hev va girêdidin da li hev kir. 5+5ê li hev kir ku li tevahiya Lîbyayê rêhewa werin vekirin."

Tûra sêyem a civînên Komîteya Eskerî ya Hevpar a 5+5ê ku li Cenevreyê tên kirin û armanca wan li Lîbyayê agirbesta mayînde ye, bi rêya vîdeo konferansê hatibû kirin.

Hevdîtinên tûra çarem wê heya 24ê cotmehê roja şemiyê dewam bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın