Dinya

NYê daxuyand ku nifûsa dinyayê derket 8 milyarî

Muhammet İkbal Arslan  | 15.11.2022 - Rojanekırın : 21.11.2022
NYê daxuyand ku nifûsa dinyayê derket 8 milyarî

Geneve

 Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) ragihand ku nifûsa dinyayê ji 15ê mijdarê pê va derket 8 milyar î.

Li gor rapora ku UNFPAyê weşand, tê texmînkirin ku nifûsa dinyayê wê di 2030î da derkeve 8,5 milyarî, di 2050yî da derkeve 9,7 milyarî, di 2100î da derkeve 10,4 milyarî.

Leza zêdebûna nifûsa dinyayê kêm bû, lê tê payîn ku nifûs heta 2100î zêde bibe.

Ji salên 1970yî vir va leza zêdebûna nifûsa dinyayê kêm bû, di 2020î da cara ewil ket binê ji sedî 1ê (salane).

Nifûsa dinyayê di nêzî 12 salan da ji 7 milyarî derket 8 milyarî, tê payîn ku di nêzî 14,5 salan da (heta 2037ê) paşê milyarekî din lê zêde bibe.

Li gor texmînê ji ber rêjeya welidînê ya zêde nifûsa Afrîkaya binê Sehrayê heta 2050yî ji nîvekî dinyayê zêdetir bibe.

Li Ewropaya Başûr û Asyaya Rojhilatê welatên ku nifûsa wan kêm dibe, hene.

Ji ber jiberçûn û rêjeya kêmbûna ducanîbûnê li tevahiya dinyayê nifûs kêm dibe. Herî zêde jî li welatên Ewropayê ji ber koçê nifûs kêm dibe.

Welatên ku pêş dikevin, nifûsa wan zêde dibe.

- Nîvê milyarek nifûsa nû ji Asyayê ne

Îsal tê payîn ku nifûsa Çînê pêşiyê pir zêde bibe, paşê kêm bibe. Li gor texmînê di 2023yan da nifûsa Hindistanê wê ji ya Çînê derbastir bibe.

Li gor NYê nîvekî milyarê nifûsa nû ji Asyayê ne.

Afrîka herêma duyem e ku nifûsa wê zêde dibe (bi qasî 400 milyonî). Tê pêşbînîkirin nifûsa Afrîkayê heya 2038an bigihîje 2 milyarî.

Tê texmînkirin, tevkariya Ewropayê ya di zêdebûna nifûsa dinyayê da dê negatîf be.

Nifûsa dinyayê ji 7 milyarî derket 8 milyarî û di zêdebûna nifûs da serkêş Hindistan (177 milyon), Çîn (73 milyon) û Nîjerya (60 milyon) ne.

- NY digel zehmetiyên zêdebûna nifûs, bal dikişîne ser firsendan jî

NYya ku bal dikişîne îro (15ê Mijdarê) ji bo mirovahiyê hem pêngavek e û hem jî kêliyeke ferqkirinê ye. NY her wiha bal dikişîne ser zehmetî û firsendên ku li pêşiya civaka kurewî ne.

NY bang li hemû welatan dike ku hevkariya hev bikin da ku li hemû dinyayê mirov bibin xwedî heman maf û hilbijartinê û her wiha ji bo ku dinyayeke wekhevtir were pêkanîn.

NY diyar dike ku li paş 8 milyar nifûsî çîrokeke serkeftinê heye û di mijarên wekî xizmetên tenduristiyê, qalîteya jiyanê, kêmbûna mirina dê û zarokan da pêşketin pêk hatin.

- Fikarên sereke didomin

Fikarên sereke û zehmetiyên wekî guherîna avûhewayê, tundî û cudaxwazî yên 11 sal berê nifûsa dinyayê gava gihîşt 7 milyarî hatin îfadekirin, hê dî didomin.

Qeyrana avûhewayê û bikaranîna nehevseng a çavkaniyên siruştî, newekhevî û nakokiyan zêdetir dike, dibe kana şer û pevçûnan, tundî, cudaxwazî û koçê.

Îro roj li seranserî dinyayê zêdeyî 100 milyonî mirov bi zorê ji cih û warên xwe hatine derxistin û her wiha hemû civak wekî hev ji pêşketinên di warê tenduristiyê da mefadar nabin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.