Netanyahuyê ku di siyaseta navneteweyî da bi tenê maye hêviya xwe bi Mîçotakîs girêdaye
Quds
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahuyê ku di siyaseta navneteweyî da bi tenê maye hêviya xwe bi Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Mîçotakîs girêdaye.
Serokwezîrê Yûnanistanê Mîçotakîs guh dide hêviyên çaverêbûna siyasî û eskerî yê ji Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahuyê ku ji ber qirkirina li Xezeyê ji cîhanê bertekê dibîne û bi tenê maye.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu, Serokwezîrê Yûnanistanê Mîçotakîs û Serekê Beşa Rûm a Qibrîsa Başûrê Nîkos Xrîstodulîs, li Qudsa Rojava civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin.
Her sê serekan di axaftinên xwe da, tekezî li ser zêdekirina hevkariya di parastin û warên din da kirin.
Netanyahu îdia kir ku hin kes hene ku dixwazin serdestiya xwe ya dîrokî li ser Yûnanistan, Beşa Rûm a Qibrîsa Başûrê û Îsraîlê ji nû va ava bikin û got, "Em biryardar in ku xwe biparêzin û em xwedî hêz in ku em vê bikin."
Piştî ku rojnamevanekî Îsraîlî ji serokên mêvan pirsî, "Peyama we ji bo Tirkiyeyê çi ye?", rayedarên Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê mudaxele kirin û diyar kirin ku serokên mêvan nikarin pirsan bigirin. Piştra rojnamevan pirsî ka hêviyên wî yên derbarê Îranê da di hevdîtina wî ya bi Trump ra çi ne. Netanyahu bersiv da, "Em naxwazin bi kesî ra rûbirû bibin."
Netanyahu gef li Îranê xwar û got, "Em dizanin ku ew di demên dawî da tetbîqatan dikin. Em vê yekê dişopînin û amadekariyên pêwîst dikin. Her kiryarek dê bi bersiveke pir tund ra rû bi rû bimîne."
Netanyahu got ku civîna bê ya her sê serekan wê li Îsraîlê jî were lidarxistin.
-"Hevkariyeke pragmatîk li ser bingeha hestên dijî Tirkiyeyî"
Rêça têkiliyên Îsraîl-Yûnanistanê ji ber têkiliya wan a neyînî a bi Enqereyê ra, wekî "hevkariyeke pragmatîk a li ser bingeha hestên dijî Tirkiyeyê" tê şîrovekirin.
Balkêş e ku her du welat bi mesta kêmkirina bandora Tirkiyeyê li herêmê, di mijarên deryayî, ewlehiya enerjiyê û eskerî da helwesteke hevpar girtine.
Tê zanîn ku nêzîkbûna di navbera Atîna û Tel Avîvê da, ku demeke dirêj têkiliyên hevseng bi cîhana Ereb ra diparastin û tercîh dikirin ku ji Îsraîlê dûr bimînin, bi taybetî li Rojhilatê Deryaya Spî, di warê enerjî, ewlehî û hevsengiyên jeopolîtîk da, ji salên 2010an pê va, dema ku têkiliyên Tirkiyeyê bi Îsraîlê re xirab bûn, gihîşt asta hevkariyek stratejîk.
Di vê pêvajoyê da, Îsraîl û Yûnanistan li ser platformên curbecur, di serî da projeya Xeta Xazê ya Rojhilata Deryaya Spî (East-Med) li hev civiyan, di heman demê da hevkariya eskerî ya di navbera her du welatan da jî zêde bû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
