Netanyahu telîmat da ku Deriyê Refahê "heta daxuyaniyeke din neyê vekirin"

Quds
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu telîmat daye ku Deriyê Sînor ê Refahê yê di navbera Xeta Xezeyê û Misirê da "heta daxuyaniyeke din neyê vekirin."
Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriyê ya Îsraîlê da hat diyarkirin ku Deriyê Sînor ê Refayê yê ku deriyê Filistîniyan e ku ji dinyayê ra vedibe digel ku di nav berpirsyariyên Îsraîlê yên di peymanê da ye "dê heta daxuyaniyeke duyemîn neyê vekirin."
Di daxuyaniyê da hat îdiakirin ku vekirina sînor girêdayî wê ye ku Hemas termên dîlên Îsraîlî yên li Xezeyê teslîm bike û hat îdiakirin ku heke Hemas berpirsyariyên xwe yên di peymana agirbest û pevguherîna dîlan da bi cî bîne dê ji nû va nirxandinek bê kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Sînor dê wekî parçeyeke agirbestê ji bo ku Filistînî bikarin herdu aliyan da hereket bikin bihata vekirin, ne ji bo ku alîkarî bikevin hûndir."
Dihat payîn ku Refah roja çarşemê vebe lê Îsraîlê îdia kiribû ku "ji ber sedemên lojîstîk" sînor ji derbasbûnan ra nehat vekirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.