Dinya

Netanyahu ragihand ku plana îlhaqkirina hin beşên Şerîeya Rojava hat paşxistin lê di planê da guhertin tuneye

Önder Beyter  | 14.08.2020 - Rojanekırın : 15.08.2020
Netanyahu ragihand ku plana îlhaqkirina hin beşên Şerîeya Rojava hat paşxistin lê di planê da guhertin tuneye

Ankara

 Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ragihand ku plana îlhaqkirina hin beşên Şerîeya Rojava ku dagirkirî ye, hat paşxistin lê di planê da guhertin tuneye.

Netanyahu li ofîsa serokwezîriyê ya li Qudsa Rojhilat li ser peymanê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku wan ligel MYEyê li ser bingeha "aştiya beramberî aştiyê" li hev kir û her wiha ev peyman qadên bazirganî, turîzm û hewageriyê li xwe digire.

Li ser plana îlhaqkirina hin beşên Şerîeya Rojava ku dagirkirî ye jî Netanyahu diyar kir ku plan dê bi kordîneya digel Amerîkayê dewam bike û wiha got, "Di plana me ya îlhaqê da tu guhertin tuneye."

Netanyahu bal kişand ku plana îlhaqê nehatiye betalkirin û wiha got, "Min daxwaza Serokê Amerîkayê Donald Trump a bo demeke berwext ragirtina plana îlhaqê qebûl kir."

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu, pêngava ligel MYEyê wekî "peymaneke rasteqîn a aştiyê" bi nav kir û got ku hin welatên din ên Ereb jî dê beşdarî vê peymanê bibin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.