Dinya

Netanyahu ragihand ku peymana xaza siruştî ya 35 milyar dolarî ya bi Misrê ra hat pesendkirin

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu diyar kir ku peymana bi 35 milyar dolarî ya bi Misrê ra hat îmzekirin, peymana îxracata xaza siruştî ya herî mezin a di dîroka welêt da ye

Burak Dağ  | 18.12.2025 - Rojanekırın : 18.12.2025
Netanyahu ragihand ku peymana xaza siruştî ya 35 milyar dolarî ya bi Misrê ra hat pesendkirin

Quds

 Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ragihand ku peymana xaza siruştî ya 35 milyar dolarî ya bi Misrê ra hat pesendkirin.

Netanyahu di civîna çapemeniyê ya hevbeş a digel Wezîrê Vejenê Eli Cohen da diyar kir ku peymana bi nirxê 112 milyar şekelî (35 milyar dolar) ya ku bi Misirê ra hat îmzekirin, peymana xaza siruştî ya herî mezin a di dîroka Îsraîlê da ye.

Netanyahu bal kişand ku ji dahata peymana xaza siruştî 18 milyar dolar rasterast dê têkeve xezîneyê û her wiha îdia kir ku peymana bi Misirê ra hat îmzekirin, li herêmê pêgeha Îsraîlê ya di warê vejenê da bi rêjeyeke mezin xurt kir.

Netanyahu axaftina xwe bi gotina "Hê surprîzên xweştir jî hene" bi dawî kir.

"NewMed"a şirketa vejenê ya şirîka Leviathana qada xaza siruştî ya Îsraîlê ya li Behra Spî di 7ê Tebaxê da daxuyandibû ku bi Misirê ra peymana îxracata xaza siruştî ya bi 35 milyar dolarî hat îmzekirin.

Di daxuyaniyê da hatibû destnîşankirin ku ji qada Leviathanê heya sala 2040î dê 130 milyar mêtrokûp xaza siruştî ji Misirê ra bê îxrackirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın