Netanyahu piştî agirbesta li Xezeyê daxuyand ku ew ê kabîneyê kom bike

Istanbul
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ragihand li Misrê piştî hevdîtinan peymana agirbestê ya ji bo Xezeyê çêbû ku ew ê kabîneyê kom bike û ji bo vegerandina dîlên Îsraîlî peymana agirbestê pesend bike.
Netanyahu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ya şirketa Xê ya ku navenda wê li Amerîkayê ye, der barê peymana agirbestê ya bi Hemasê ra çêbû da agahî da.
Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku kabîne wê sibê bicive û peymana agirbestê ya li Misrê ji bo vegerandina dîlên Îsraîlî yên li Xezeyê hatine girtin wê li vê derê bê pesendkirin.
Netanyahuyê ku bi komkujiya li Xezeyê va tê sûcbarkirin, ji bo hewldanên wî spasiya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir û got ew ê bi welatên cîran ra berfirehkirina aştiyê bidomînin.