Netanyahu li xwe mukir hat ku wan duh 153 ton bombe avêt Xezeyê

Quds
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu li xwe mukir hat ku artêşa Îsraîlê duh agirbest binpê kir û di êrîşên dijî Xeta Xezeyê da 153 ton bombe bi kar anî.
Netanyahu di axaftina xwe ya di vebûna Meclisê da biwarê êrîşên ku wan, bereksê agirbestê li dijî Xezeyê pêk anîn, daxuyanî dan.
Parlamenterên partiyên mixalefetê, çendîn caran di ber axaftina Netanyahu da rabûn û her wiha Netanyahu qala êrîşên duh ên Îsraîlê yên dijî herêmên cuda yên Xezeyê kir ku di encamê da 44 Filistînî hatin kuştin.
Netanyahu wiha got, "Agirbest ne sedemek e ku Hemas pê gefê li me bixwe. Berdêla êrîşeke dijî me dê pir giran be."
Netanyahu îdia kir ku Hemasê agirbest binpê kir û wiha domand, "Di dema agirbestê da du esker hatin kuştin. Hemasê hest pê kir ku em sist bûn. Me bi 153 ton bombeyî va bi dehan hedefên li çaraliyê Xeta Xezeyê kirin armanc."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.