Netanyahu ji Sererkan Zamîr ra got "Heke plana dagirkirina tevahiya Xezeyê ne li gorî te be, îstifa bike"

Ankara
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ji Sererkan Eyal Zamîr ra peyamek şand û wiha got: "Heke plana dagirkirina tevahiya Xeta Xezeyê ne li gorî te be, divê tu îstifa bikî."
Rayedarekî Ofîsa Serokwezîrtiyê yê ku navê wî nehatiye eşkerekirin ji rojnameya Jerusalem Postê ra axivî û gavên Îsraîlê yên der barê êrîşên dijî Xezeyê yên dibe ku di dahatûyê da bên avêtin nirxand.
Rayedarê Serokwezîrtiyê daxuyand Netanyahu biryar da ku tevahiya Xezeyê bê dagirkirin.
Rayedar got li gor vê biryarê, li ser deverên tê texmînkirin ku girtiyên Îsraîlî lê ne êrîşên bejayî bê kirin û dagirkirin tê plankirin.
Rayedar anî ziman ku Serokwezîrtiyê ji Sererkan Zamîr ra peyamek şand û got "Heke plana dagirkirina tevahiya Xeta Xezeyê ne li gorî te be, divê tu îstifa bikî."
Di nûçeyeke çapemeniya Îsraîlê da hatibû gotin ku Zamîr li dijî plana dagirkirina tevahiya Xezeyê ye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.