Netanyahu ji bo ku bi Trump ra der barê Îranê da hevdîtinê bike dê vê hefteyê biçe Amerîkayê
- Ofîsa Serokwezîriyê ya Îsraîlê da zanîn ku Netanyahu û Trump dê di 11ê sibatê roja çarşemê li Washîngtonê hevdîtinê bikin
Ankara
Hat ragihandin ku dê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ji bo ku bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra der barê Îranê da hevdîtinê bike dê biçe Amerîkayê.
Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê da hat diyarkirin ku Netanyahu dê 11ê sibatê roja çarşemê li Washîngtonê bi Trump ra hevdîtinê bike.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Netanyahu dê Amerîkayê ziyaret bike û bi Trump ra hevdîtinê bike û hat ragihandin ku dê herdu serok mizakereyên di navbera Îran û Amerîkayê da guftûgo bikin.
