Netanyahu: "(Filistînî) Heke bixwazin dikarin bimînin, heke çûyînê bixwazin divê bikaribin biçin"

Ankara
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu der barê nîqaşên ku Filistînî wê li cihekî din werin bicihkirin da got, "Heke bixwazin dikarin (li Xezeyê) bimînin, lêbelê heke çûyînê bixwazin divê bikaribin biçin. Divê wê derê ji wan ra nekin zindan. Divê mafê bijartina azad bê dayîn."
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi Netanyahuyê ku li Qesra Spî ezimand ra pirsên mensûbên çapemeniyê bersivandin.
Netanyahu pirsa ku Filistînî wê li cihekî din werin bicihkirin, bersivand û wiha got, "Heke bixwazin dikarin (li Xezeyê) bimînin, lêbelê heke çûyînê bixwazin divê bikaribin biçin. Divê wê derê ji wan ra nekin zindan. Divê mafê bijartina azad bê dayîn."
Netanyahu parast ku Filistînî rêvebirina xwe bi xwe bikin û got ku divê hin rayeyên wekî ewlehiyê di kontrola Îsraîlê da bin.
Netanyahu destnîşan kir ku bi pêşengiya Trump aştiya herêmî pêkan e û wiha dewam kir, "Bi min bi pêşengiya Serok Trump em dikarin di navbera xwe û hemû Rojhilata Navîn da aştiyê pêk bînin û bi hev ra bixebitin û bi hemû cînarên xwe ra aştiyeke pir pir berfireh pêk bînin."
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî di mijara Filistîniyên ku wê li Xezeyê ji cî û warên wan bên kirin da destnîşan kir ku Îsraîl bi welatên cînarê xwe ra di nava tevkariyê da ye, ev welat dixwazin ku Filistîniyan qebûl bikin.
Trump wiha xeberda, "Welatên derdorê ji bo tevkariyê piştgiriyeke mezin dan me, hem jî her welatî cuda cuda piştgirî da. Ji ber vê yekê tiştên baş wê bibin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.