Dinya

Netanyahu eşkere kir ku di mizakereyên agirbesta li Xezeyê da pêşketineke girîng çêbû

Faruk Hanedar  | 10.06.2025 - Rojanekırın : 11.06.2025
Netanyahu eşkere kir ku di mizakereyên agirbesta li Xezeyê da pêşketineke girîng çêbû

Quds

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu got ku di mizakereyên agirbesta li Xezeyê û pevguherîna dîlan da "pêşketineke girîng çêbû."

Netanyahu di peyama xwe ya bi dîmen a ku ji hêla Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê va hat weşandin da der barê mizakereyên agirbesta li Xezeyê û peymana pevguherîna dîlan da agahî dan.

Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku di mizakereyan da "pêşketineke girîng çêbû" û got ku "Ez wisa difikirim ku ji bo hêvî dayînê hê gelekî zû ye lêbelê em bêyî westan dixebitin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.