Netanyahu di jêpirsîna çeprast a doza gendeliyê da 1788 caran bersiva "nayê bîra min" da

Quds
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu di jêpirsîna çeprast a ewil a doza gendeliyê da 1788 caran bersiva "nayê bîra min" da.
Li gorî nûçeya rojnameya The Jeruselam Postê, Netanyahu di doza gendeliyê da ya di der heqê xwe da, piştî ku 6 meh berê cara ewil derket pêş dadgehê, roja sêşemê jêpirsîna wî ya çeprast hat kirin. Netanyahu jêpirsîna çeprast wekî "henekekê" şayesand.
Jêpirsîna serokwezîrê Îsraîlê li ser wan îdiayan rawestiya ku di rayagiştî da wekî dosyeya 1000 nimroyî tê zanîn û tê îdiakirin ku Netanyahu ji Arnon Milchanê berhemhênerê fîlmên Hollywoodê û karsaz James Packer bi tevahî bi nirxê 195 dolarî puro û şampanyayên giranbiha, ji bo jina xwe Sarayê jî bi nirxê 3 hezar û 100 dolarî mucewher sitandine.
Netanyahu diyar kir ku wî di jêpirsîna xwe ya çeprast da bi temamî 1788 caran bersiva nayê bîra wî da Dozger Yonatan Tadmor. Netanyahu her wiha bi gotina, "Bi herkesî ra car caran çûyîna hafizeyê çêdibe, bi min ra jî" li pişt bêbersivhiştina pirsan sekinî.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.